Li Bexdayê xwepîşandaneke girseyî li dijî Malikî hate saz kirin
Li Bexdayê endam û alîgirên tevgera Sedir li dijî Malikî dest bi xwepîşandanê kirin.
Duh li Bexdayê de hijmareke zêde endam, alîgirên tevgera Sedir û hijmareke zêde ji xelkê Bexdayê li dijî Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî û siyasetên vî dest bi xwepîşandaneke berfire kirin.
Xwepîşander siyasetên Nûrî Malikî bi siyasetên şaş û ecemiyane wesif kirin û ragehandin ku eger Malikî li ser siyasetên han berdewam be vê Îraqê rastî kêşe û arîşeyên gelek metirsîdar bibe.
Her di çarçoweya vê xwepîşandana han de berpirsê nivîsgeha Muqteda Sedir Îbrahîm Cabirî ragehand ku kêşeyên heyî yên li Îraqê de nîşaneya şaş bûna siyasetên Malikî û sernekeftî bûna hikûmeta Malikî ne.
