• Friday, 13 February 2026
logo

Çekdarên DAÎŞê li Cerablusê komkujiyek kirin

Gulan Media March 12, 2014 Nûçe
Çekdarên DAÎŞê li Cerablusê komkujiyek kirin
Çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) komkujiyekê li bajarê Cerablus ê girêdayî parêzgeha Helebê kirin û termê wan avêtin nav ava çemê Firatê.

Rêxistina bi navê Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku çekdarên DAÎŞê li devera Şiyûx li gundewarên Cerablusê di komkujiyekê de 22 kes îdar kirin.

Rêxistinê li ser zarê şahidan belav kiriye ku ew komkujî “gellek xwînî û tund bû”.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nav kuştiyan de 2 zarokên 14 û 16 salî jî hebûn, herwiha 12 şervanên Artêşa Azad hebûn.

Şahidên li ser bûyerê dibêjin ku heta niha 9 kesên din jî windayî ne.

Çalakvanên opozîsyona Sûriyê aşkere kirin ku çekdarên DAÎŞê cenazeyên 4 kesan avêtin nav çemê Firatê û heta niha kes nikare cenazeyên wan ji nav avê derxîne.

Rudaw
Top