Telar Fayiq: Hîn jî geştên asmanî yên Alman û Swêdê dest pê nekirine
Birêvebera balefirxaneya Hewlêrê dibêje hîn jî geştên asmanî yên Alman û Swêdê bo Hewlêrê destpê nekirine.
Birêvbera balefirxaneya Hewlêrê Telar Fayiq ragehand ku beriya demekî hikûmeta Îraqê geştên asmanî yên Alman û Swêdê bo Hewlêrê qedexe kiribû û ev qedexe kirina han hîn jî didome û geştên asmanî yên wan her du welatan bo Hewlêrê dest pê nekirine.
Fayiq eşkere kir ku her çend me û berpirsên ev her du kompaniyên weguhastinê yên Alman û Swêdê daxwaza îzahatên pêwîst ji hikûmeta Bexdayê kiriye lêbelê heta niha Rayedarên Bexdayê derbar sedemên ragirtina geştên asmanî yên wan du kompaniyan bo Hewlêrê eşkere nekirine.
