Bijîşkê Talebanî behsa rewşa tenduristiya wî dike
Li gor nûçeya malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), parêzgarê Kerkûkê û bijîşkê taybet ê Celal Talebanî, Necmedîn Kerîm got “Tenduristiya Talebanî gelek başe û ber bi baştir ve diçe”.
Kerîm aşkere kir ku ew rojên 7 û 8ê vê meha adarê li Almanya ligel serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî bû.
Celal Talebanî yê 81 salî, şeva 17/12/2012 li Bexdayê rastî celteya mêjî hat û roja 20/12/2012 di bin çavdêriya tîmeke bijîşkên taybet de ew rakirin nexweşaxneyek Almanya û heta niha li wir tê dermankirin.
Rudaw
