• Friday, 13 February 2026
logo

Bijîşkê Talebanî behsa rewşa tenduristiya wî dike

Gulan Media March 12, 2014 Nûçe
Bijîşkê Talebanî behsa rewşa tenduristiya wî dike
Bijîşkê taybet ê serokomarê Iraqê Celal Talebanî ragihand ku tenduristiya Talebanî başe û baştir dibe.


Li gor nûçeya malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), parêzgarê Kerkûkê û bijîşkê taybet ê Celal Talebanî, Necmedîn Kerîm got “Tenduristiya Talebanî gelek başe û ber bi baştir ve diçe”.


Kerîm aşkere kir ku ew rojên 7 û 8ê vê meha adarê li Almanya ligel serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî bû.


Celal Talebanî yê 81 salî, şeva 17/12/2012 li Bexdayê rastî celteya mêjî hat û roja 20/12/2012 di bin çavdêriya tîmeke bijîşkên taybet de ew rakirin nexweşaxneyek Almanya û heta niha li wir tê dermankirin.

Rudaw
Top