• Friday, 13 February 2026
logo

Li Qamîşlo 25 endamên PYDê hatin kuştin

Gulan Media March 12, 2014 Nûçe
Li Qamîşlo 25 endamên PYDê hatin kuştin

Di encama 3 êrîşên xwekujî li Qamîşlo de 25 endamên partiya yekîtiya demokratîk hatin kuştin.

Di vê derbarê de ajansa nûçeyan ya Sûriyayê Sana ragehand ku 3 terorîstên xwekuj di nava tirimbîlekî li bajarê Qamîşlo de xwe teqandine û di encama wan her sê teqînan de 25 endamên partiya yekîtiya demokratîk şehîd bûne.

Ji aliyeke din ve yek ji berpirsên PYDê bi navê Ciwan Ehmed ragehand ku ev her sê teqîn di nava yek ji hotêlên bajarê Qamîşlo de pêk hatine û hijmareke welatî jî bûne qurbanî.
Top