• Friday, 13 February 2026
logo

Biryara girtina 3 tometbarên bi kuştina Germiyanî derket

Gulan Media March 12, 2014 Nûçe
Biryara girtina 3 tometbarên bi kuştina Germiyanî derket
Dadgeha lêkolînan a asayişa Kelarê biryara girtina 3 kesan derxist ku di dosyeya kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî de hatine tometbarkirin û berî niha hatibûn azadkirin.


Parêzerê dosyeya Kawe Germiyanî, Kawe Letîf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryara girtina wan 3 kesan li ser doza malbata Kawe Germiyanî ye.


Letîf diyar kir ku ew 3 kes di şeva kuştina Kawe Germiyanî de li nav bajarê Kelarê bûn û kilaşinkof ligel wan bû û li gor lêkolînên asayişê wê şevê teqe ji çekên wan hatiye kirin, lewra ew hatibûn girtin, lê asayişê bêy ku li dadgehê vegere ew azad kiribûn.


Letîf herwiha got “Îro malbata Kawe Germiyanî dozek li ser her sê kesan vekir û dadgeha lêkolînan a asayişa Kelarê biryara girtina wan derxist”.


Bi van 3 kesan, hejmara kesên ku di dosyeyê de biryara girtina wan derketiye digihe 5 kesan. Yek ji wan endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Sengawî ye û yê din rêveberê gihandina xetên elektrîka Germiyanê Zaxo Ehmed e, lê navê her sê kesên din nehatine aşkerekirin.


Rojnamevan Kawe Germiyanî ku sernivîskarê kovara Rayell bû li Germiyanê, şeva 5/12/2013 li ber mala xwe li Kelarê rastî êrîşa çekdaran hat û hate kuştin.

Rudaw
Top