Eniya Kurdan dest bi rizgarkirina Cerablus`ê kir
Li gor nûçeyek Malpera Fermî ya Lîwaya Eniya Kurdan (Beşê Zimanê Erebî), duh sêşembe (11.03.204.Sêşem) danê nîvro şer û pevçûnên dijwar di navbera çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şamê (DAIŞ) ji aliyekî û çekdarên Lîwaya Eniya Kurdsan û Lîwaya Ehrar Sûriye li nêzî bajarê Cerablus`ê derket û di encam de 7 çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şamê (DAIŞ) hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûne her weha Topek Eyar 57 li nêzî nahiya Şêyox Foqanî hat rûxandin.
