• Friday, 13 February 2026
logo

Li Kobanî lehî rabû

Gulan Media March 11, 2014 Nûçe
Li Kobanî lehî rabû
Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ku ev demek bû baran lê nebariyabû, baraneke zêde bariya.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku ji roja yekeşmê de û bê ti qutbûnekê li herêma Koabanî dibare.

Baranê kolanên bajarê Kobanî tijî av kirin û di encamp de lehî rabû.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku milet bi barîna baranê kêfxweşbû, ji ber ku îsal ta vê demê baran kêm bariyabû û ger ku nebariyaba wê bandoreke nerênî li buharê bikiria û wê ziyanê jî bigihanda çandiniya xelkê.

Ava lehiya baranê kete gelek dikan û malên xelkê û ziyan gihande dikandaran û cil û cêraxên hinek malan şil kirin.

Rudaw
Top