Li Kobanî lehî rabû
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku ji roja yekeşmê de û bê ti qutbûnekê li herêma Koabanî dibare.
Baranê kolanên bajarê Kobanî tijî av kirin û di encamp de lehî rabû.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku milet bi barîna baranê kêfxweşbû, ji ber ku îsal ta vê demê baran kêm bariyabû û ger ku nebariyaba wê bandoreke nerênî li buharê bikiria û wê ziyanê jî bigihanda çandiniya xelkê.
Ava lehiya baranê kete gelek dikan û malên xelkê û ziyan gihande dikandaran û cil û cêraxên hinek malan şil kirin.
Rudaw
