• Friday, 13 February 2026
logo

Kurdên Anatolya Navîn heta niha jî bi kurdî dijîn lê gazindên wan jî hene

Gulan Media March 11, 2014 Nûçe
Kurdên Anatolya Navîn heta niha jî bi kurdî dijîn lê gazindên wan jî hene
Kurdên Anatolya Navîn ku herî kêm 350 sal berê ji Bakûrê Kurdistanê ber bi herêmên navîn ên Tirkiyê ve hatine sirgûnkirin, heta niha jî çand û zimanê xwe parastine. Kurdên wê deverê ji kurdên Bakûrê Kurdistanê dixwazin zêdetir girîngiyê bidin wan…

Ev strana ku behsa xeribîyê dike li ser lêvên kurdekî Anatolya Navîn diherike. Kurdên Anatolya Navîn ku pirraniya wan li derdora navçeyên Haymana û Bala yên Enqerê û navçeyên Cîhanbenyli û Kulu yên Konyayê û bi giştî li gundên Deşta Konyayê de bicih bûnê bi hemû taybetiyên xwe beşeke resen ya kurdan e. Heta niha her çend gellek lêkolîn hatibibin kirin jî lê dîroka wan bi temamî nehatiye safîkirin û ew bixwe jî tenê dizanin ku ew li Kurdistanê koçber bûne û hatine deşta Anatolya Navîn.

Yek ji kurdên Anatolya Navîn: Em ji Kurdistanê hatine, sirgûn hatine vê derê. Sêsed salin em li Anatolya Navîn dijîn. em ji Semsûrê, ji Deşta Kulikê hatine. kal û pîrên me mezinên me ji me re wisa digotin. Kurdên Anatolya Navîn jî xwe parastine. Zimanê xwe parastî ye. zimanê dayîkê xeber dane.

Gorî lekolînan li anatolya navîn 23 eşîrên kurd hene û eşîrên ku herî zêde tên naskirin jî lekî, şêxbizinî rişvanî, badilî, canbegî , mirdesî û xelîkanî ne.

Kurdekî din ê Anatolya Navîn: 350 sel berê ji ber zilma Siltan Yavuz, Yavuz Siltan Selîm hatibûn. Dîsa jî me zimanê xwe ji bîr nekir. Em çanda xwe diparêzin zimanê xwe diparêzin. Ji ber ku çanda kurda çandekî xurt e. loma nehat jibîrkirin. em bi zimanê xwe û bi çanda xwe serbilind in.

Kurdên Anatolya Navîn pirranî cotkar in û di jiyana wan a rojane de jî şûn û şopa kelepûr û jiyana kurdên li Kurdistanê bi avayekî eşkere diyar dike. Lê ew dixwazin ku siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê zêdetir giringiyê bidin wan …

Rudaw
Top