Li Hewlêrê 7 kîlo madeyên hoşber hate girtin
Birêveberatiya asayîşê dibêje li Hewlêrê 7 kîlo madeyên hoşber hatiye girtin.
Di vê derbarê de birêveberatiya asayîşa Hewlêrê ragehand ku di roja 8ê vê mehê de hêzên asayîşê yên li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê karîne dest bi ser 7.200 kg madeyên hoşber de bigirin ku di nava centeyekî de hatibû weşartin.
Birêvberatiya asayîşê eşkere kir ku ev centeya han bi rêya post û tiranzîtê ve ji Hewlêrê re hatiye şandin û biryar bû li Hewlêrê jî ji Dobayê re were şandin.
