Erdogan: Fethula Gulen jiber Kurdbûnê dujminatîya Seîdê Nûrsî dike
Serokê Giştî yê AKPê Receb Tayîb Erdogan, di çarçoveya xebatên hilbijartinên 30ê Adarê yên partiya xwe de doh jî li bajarê Riha yê Bakûrê Kurdistanê mîtîngek ji alîgir û endamên xwe çêkir.
Di mîtîngê de Erdogan, mîna her car dîsa êrişî tevgera Gulen û rêberê wê Fethullah Gulen, kir lê vê carê bi Seîdê Nûrsî li wî da.
Erdogan anî ziman ku Gulen dibêje, ez li pey şopa Seîdê Nûrsî dimeşim lê heman ew kesa hevkariya wan dike ên termê Seîdê Nûrsî ji qebrê derxistin û serwendayî kirin.
Receb Tayîb Erdogan, destnîşan kir ku ji ber ku Seîdê Nûrsî kurd bû heta niha jî Gulen dujminatiya wî dike, dijberiya pêvajoya çareseriyê û civînên Oslo dike.
