• Friday, 13 February 2026
logo

Du parçe şûnwarên qaçax li Çarqurnê hatin dîtin

Gulan Media March 11, 2014 Nûçe
Du parçe şûnwarên qaçax li Çarqurnê hatin dîtin
Rêveberê Asayişa Raperînê li bajarokê Çarqurnê du perçe şûnwarên qaçax ku di mala hevwelatiyekê de bûn girtin.

Roja yekşemê (09.03.2014) Asayişa Ranyê li gor madeya 44 a yasaya cezayên Îraqê, ew hevwelatî girt. Rêveberê Asayişa Raperînê jî ragehand ku piştî wergirtina zanyariyan û bi fermana dadwerê dadgeha Ranye tawanbarê bi navê (R.P.H) ku şêniyê Çarqurnê ye di mala wî de binçav kirine û herdu perçe şûnwar di nav mala wî de dîtine.

Kevnatiya perçe şûnwaran heta niha nehatiye diyarkirin lê şêwazê wan dişibe serê du mirovan.

Basnews
Top