Du parçe şûnwarên qaçax li Çarqurnê hatin dîtin
Roja yekşemê (09.03.2014) Asayişa Ranyê li gor madeya 44 a yasaya cezayên Îraqê, ew hevwelatî girt. Rêveberê Asayişa Raperînê jî ragehand ku piştî wergirtina zanyariyan û bi fermana dadwerê dadgeha Ranye tawanbarê bi navê (R.P.H) ku şêniyê Çarqurnê ye di mala wî de binçav kirine û herdu perçe şûnwar di nav mala wî de dîtine.
Kevnatiya perçe şûnwaran heta niha nehatiye diyarkirin lê şêwazê wan dişibe serê du mirovan.
Basnews
