PDK bi minasebeta 44 saliya peymana 11Adarê peyamek pêşkêş kir
Bi minsebeta 44 saliya îmze kirina peymana 11ê Adarê PDK peyamek pêşkêş kir.
Bi minasebeta 44mîn salvegera îmze kirina peymana 11ê Adarê ya di navbera Şoreşa mezin ya Eylûlê ya bi Serokatiya Rêbarê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî û hikûmeta vê demê ya Îraqê de peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurdistanê kir.
Mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê di peyama xwe de îmze kirina peymana 11ê Adarê ku bo sedema nasîna mafên rewa yên gelê Kurd ji aliyê rejîma vê demê ya hikûmeta Îraqê ve, weke destkefteke girîng û dîrokî bo gelê Kurd wesif kiriye.
Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê herwiha eşkere kiriye ku îmze kirina peymana han berhema xwîna Şehîdên qehreman û pêşmergeyên leheng yên Kurdistanê bû ku karîbûn serkeftineke gelek mezin di dîroka gelê Kurd de tomar bikin.
Îmze kirina peymana 11ê Adarê bû sedema guhertina beşeke mezin ji hevsengiyên siyasî yên li deverê de û herwiha qonaxeke nû bo tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd di çarçoweya peyama han de destpê kir û Kurd weke faktereke mezin ya di meydana siyasî ya li deverê de hebûna xwe ji cîhanê re îsbat kir.
PDK di berdewamiya peyama xwe de îmze kirina peymana 11ê Adarê weke berhemeke girîng ya xebata çekdarî ya gelê Kurd ya bi Serokatiya Rêberê gelê Kurd Mele Mistefa Barzaniyê Nemir bilêv dike û weke xaleke jêjatîbûna Serokatiya Kurdistanê pênase dike.
