• Friday, 13 February 2026
logo

Kanada: Em dixwazin hêleke geştên asimanî bi Herêma Kurdistanê re vekin

Gulan Media March 10, 2014 Nûçe
Kanada: Em dixwazin hêleke geştên asimanî bi Herêma Kurdistanê re vekin
Balyozê Kanadayê li Iraqê Brono Sakoman, diyar kir ku ew dixwazin hêleke rasterast a geştên asimanî di navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê de vekin.

Balyozê Kanadayê li Iraqê Brono Sakoman, îro li Hewlêrê bi berpirsê pêwendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa re civiya.

Di civînê de Brono Sakoman, diyar kir ku ew dixwazin hêleke rasterast a geştên asimanî di navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê de vekin û da zanîn, gavên girîng bo dayîna vîze bi xelkê Kurdistanê avêtine.

Sakoman anî ziman ku di bernameya wan de heye hinek xwendekarên Kurdistanê jî werbigirin da ku li Kanadayê di qonaxên cur bi cur de xwendina xwe bidomînin.

Mehekê beriya niha Kanadayê ofîsa xwe ya bazirganiyê li Hewlêrê vekiribû.

Rudaw
Top