• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî rexneyan li sîstema tendirûstiyê li Iraq digire

Gulan Media March 10, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî rexneyan li sîstema tendirûstiyê li Iraq digire
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku arîşeye herî mezin li Iraq û Herêma Kurdistanê xirabiya rewşa tendirûstiyê ye û dilgiraniya xwe jî ji vê yekê anî zaimn.

Di çarçroveya beşadariyê di merasîma îmezekirine girêbesta berhemanîna derman di navbera kompaniyaya Awamidica û kompaniyaya Sanoferay a Frensî de, ku îro, 10.03.2014, li Hewlêrê hatibû lidar xistin, Nêçîravn Barzanî gotarek pêşkêş kir ku tê de balkişand li ser rewşa tendirûstiyê li Iraqê û Herêma Kurdisatnê.

Barzanî di gotara xwe de rexne li kerta derman girt û got: “Mixabin çîroka xirabiya derman di welatê me de dîrokek wê ya dûr û dirêj heye” û ragihand ku ew arîşeyeke lojîkî ye û pêwîste ew îtirafê pê bikin û got: “Sedema wê arîşeya mezin bo xirabiya sîstema tendirûstiyê li Iraqê vedgere û ji wir jî destpê dike, ji ber ku wan hemû tişt di wî warî de kontrol kiriye û sîstema tendirûstiyê ne tenê li Herêm lê li Iraqê sernekeftî ye.”

Herwiha Nêçîravn Barzabî di gotara xwe de hewlên Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê bo pêşxistina warê tendirûstiyê bilind nirxand û daxwaz ji wan kir ku berdewam bin li ser karên xwe di wî warî de û got jî: “Pêwîste berdewa hemahengiya Wezareta Tendirûstî ya Herêma Kurdistanê li gel Wezareta Tendirûstî ya Iraqê hebe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman ji bo vekirina kargeheke bi wî awayî ji bo berhem anîna derman li Herêma Kurdiatnê û got: “Ez hêvî dikim ku ev destpêk be, da piştire em bigihin astekî ku pêdiviya me bi welatên derdorê bo anîna derman nebe.”

Di dawiya gotara xwe de jî Nêçîrvan Barzanî got: “Ez bawerim ku em dikarin wiha bin, ji ber ku kesê şehreza û lihevhatî di nav me de û ji derve jî hene ku dikarin di wî warî de xizmetê bikin.”

Derbarê hemahebgtiya di navbera Wezareta Navxwe û wezareta Tendirûstiyê de ji bo nehiştina dermanên xirab û wiha berdewam kir: “Ez hêvî dikim ku Wezareta Navxwe bi awayekî cîdî tir bin di vê derbarê de, ji ber ku gelê me hêjayê xizmeta zêdetir e.”

Kombaniyay Awamidika bo berhem anîna derman di sala 2006an de li bajarê Hewlêrê hatiye damezrandin. Wek ku berpirsên wê kompaniyayê jî amaje dikin ku niha ew 140 corên derman berhem tînin.

Rudaw
Top