Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî xelkê Kurdistan û Hewlêrê kir
Bi navê xwedê mezin û dilovan Bi minasebeta 44mîn slavegera îmze kirina peymana 11ê Adara 1970 û herwiha bi minasebeta 23 saliya rigar kirina Hewlêrê di 11ê Adara 1991an de xwe bextewer dibînim pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî gelê Kurd bi giştî û xelkê Hewlêra paytext bikim.
Peymana 11ê Adarê ku di navbera Şoreşa mezin ya Eylûl ya bi Serokatiya bavê rihê netewiya Kurd Mistefa Barzanî û rejîma vê demê ya Îraqê de hatibû îmzekirin, hevdem ligel vê yekê ku werçerxaneke dîrokî bû jî bi diroşmeya etonomî bo Kurdistan û demokrasî bo Îraqê, doza rewa ya gelê Kurd jî xiste nava çarçoweyeke qanûnî û hikûmeta Bexdayê neçar kir daku mafên rewa û netewî yên gelê Kurd bipejrîne.
Îro 44 sal piştî ev guhertin û pêşhatên siyasî yên ku li Îraq, Rojhilata Navîn û Cîhanê de pêk hatine lazime Kurd bi yek gotar û bi yekrêzî nêzî wan pêşhat û guhertinan bibe û li ser armancên Şoreş û raperînên gelê Kurd bo sazmandehî kirina dezgehên curbicur û dabîn kirina jiyaneke baştir bo gelê Kurd û bidest xistina tevahiya mafên rewa yên gelê Kurd biîsrar bin. Careke din pîroz be salvegera îmze kirina peymana 11ê Adarê û rizgar kirina Paytexta Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
10 Adara 2014an
