Malikî bi zexta Washingtonê budceya Kurdistanê dişîne
Di vê derbarê de Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji BasNewsê re got: ‘’Di çend rojên borî de îdareya Amerîkayê ligel Bexdayê behsa budceya Herêma Kurdistanê kirine û daxwaz ji Bexdayê kirine daku pirsgirêkên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê bi rêya gotûbêjan çareser bikin.’‘
Li gor agahiyên hatine bidestxistin heta niha tu pere ji aliyê hikûmeta İraqê ve bo Herêma Kurdistanê nehatine şandin û tenê nivîsa fermî hatiye ku dê meaşê fermanberan ê miha Sibatê were xerckirin.
Heta niha meaşê fermanberên Wezareta Bazirganî û Pîşesazî û Xwendina Bilind hatiye dayîn û ne diyar e ka dê meaşê fermanderên wezaretên din kengî were dabeş kirin. Doh jî li Hewlêr, Duhok û Kerkûkê li dijî polîtîkayên Malikî xwepêşandan hatin kirin.
Basnews
