• Friday, 13 February 2026
logo

Xelkê Dihukê li dijî Nûrî Malikî xwepîşandan kir

Gulan Media March 10, 2014 Nûçe
Xelkê Dihukê li dijî Nûrî Malikî xwepîşandan kir

Li Dihukê xelk Nûrî Malikî û siyasetên vî protesto kirin.

Duh li bajarê Dihukê xelk bi awayekî girseyî li dijî Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî û siyasetên vî dest bi xwepîşandanê kir.

Welatiyên xwepîşander hevdem ligel piştgîrî kirina gotara Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya derbarê helwesta Kurdistanê ya li hember Malikî de herwiha bi tundî siyaset û helwestên Nûrî Malikî yên li hember Kurdistanê mehkûm kirin.

Welatiyên xwepîşander eşkere kirin ku eger Malikî dev ji wan siyaset û helwestên xwe ber nede vê bo xwe zererê bike.
Top