Hewlêrî piştgîriya Serok Barzanî dikin
Li Hewlêrê xwepîşandanek bo piştgîrî kirina Serok Barzanî hate saz kirin.
Duh li Hewlêrê xwepîşandaneke girseyî bo piştgîrî kirina Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û gotara vî ya li hember siyasetên Malikî hate organîzekirin.
Di vê derbarê de Organîzatorê xwepîşandanê Hêmin Ehmed ragehand ku bi beşdariya hijmareke zêde ji nunerên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê, saziyên medenî û Şîniyên Hewlêrê me xwepîşandanek bo piştgîrî kirina Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û gotara vî ya li hember Malikî û siyasetên vî yên li hember Kurdistanê de xwepîşandaneke berfire saz kir.
Xwepîşandana han li berdem çayxaneya Miçko destpê kir û li berdem Parlementoya Kurdistanê bi xwendina çend gotaran bi dawî hat.
Xwepîşander daxwaz kirin daku Malikî bilez dev ji siyasetên xwe yên niha berde û li gorî destûra bingehîn ya Îraqê tev bigere.
