• Friday, 13 February 2026
logo

‘Marşal’ê Efxanistanê jiyana xwe ji dest dda

Gulan Media March 10, 2014 Nûçe
‘Marşal’ê Efxanistanê jiyana xwe ji dest dda
Cîgirê yekem ê Serokê Efxanistanê Mihemed Qesîm Fehîm, di temenê 56 salî de û ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî BBC, serokatiya Efxanistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, cîgirê yekem ê serokê Efxanistanê Hamid Karzay, Mihemed Qesîm Fehîm îro danê sibê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de, Karzay li hember mirina cîgirê xwe xemgîniya xwe aniye ziman.

Li gorî agahiyên ku xizmên Fehîm dane, Fehîm ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest daye. Fehîm beriya niha jî nexweşiya şekir (diyabêt) pê re hebû.

Mihemed Qesimî Fehîm beriya ku bibe cîgirê Karzay, di artêşê de bû û pileya Marşaliyê (pileya herî bilind) di nav artêşê de wergirtibû.

Di dema hikûmeta tevgera Taliban de, Fehîm fermandeyê hêzên Mucahidîn ên li dijî Taliban şer dikirin, bû û di têkdana hikûmeta Taliban de alîkariya hêzên Amerîka kiribû.

Rudaw
Top