Li Hileyê nêzî 200 kesan bûne qurbanî
Li bajarê Hileyê de teqînek pêk hat û nêzî 200 kesan bûne qurbanî.
Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên Îraqê ragehandin ku Duh li bajarê Hileyê de tirimbîleke bombekirî ji aliyê terorîstekî xwekuj ve hatiye teqandin.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku di encama teqîna han de zêdetir ji 40 kesan canê xwe ji dest daye û herî kêm 150 kesên din jî birîndar bûne, lê jiber xedar bûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.
Herwiha di encama teqîna han de çendîn bîna û tirimbîlên li cîha bûyerê de agir girtin û şewtîn.
