• Friday, 13 February 2026
logo

Li Xurmatûyê çekdaran êrîşî otombîla fermanberan kirin

Li Xurmatûyê çekdaran êrîşî otombîla fermanberan kirin
Rêveberê asayişa bajarokê Xurmatû ragihand ku çekdarên nenas êrîşî otombîleke fermanberên kompaniya Petrola Bakur kirin û di encam de 2 fermanber hatin kuştin û 10 fermanberên din jî birîndar bûn.

Rêveberê asayişa Xurmatû Farûq Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro serê sibehê dora saet 7 çekdarên nenas êrîşî otombîleke veguhestina fermanberên kompaniya Petrola Bakur kirin li bajarokê Xurmatû.

Ehmed diyar kir ku di êrîşê de 2 fermanber hatin kuştin û 10 fermanberên din jî birîndar bûn.

Ehmed aşkere kir ku piştî êrîşê çekdar ber bi cihekî nediyar ve reviyan û hêzên ewlekariyê birîndar rakirin nexweşxaneyê û termên kuştiyan jî rakirin bijîşka dadê.

Rudaw
Top