• Friday, 13 February 2026
logo

“Pêşmerge dê tenê guh bide fermana Barzanî”

“Pêşmerge dê tenê guh bide fermana Barzanî”
Sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Murad dibêje ku serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî dilgiran e ji ber ku hêzên pêşmerge pêgirê biryarên wî nabin. Wekîlê wezareta pêşmerge jî dibêje ku pêşmerge bi tenê pêgirê biryarên Barzanî dibe.


Wekîlê wezareta pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, bersiva Malikî dide ku di civîna ligel Adil Murad de gotibû “hêzên pêşmerge di ti biyarekê de bi ya wî nakin”.


Osman got “Livandana hêzên pêşmerge bi yasa hatiye rêkxistin ew jî divê bi fermana serokê Herêma Kurdistanê be wek fermandarê giştî yên hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê”.


Osman herwiha got “Malikî dikare çek û pêwîstiyên leşkerî ji xwe re bibe û budceya me qut bike, lê bila baş bizanibe ku ew nikare hezkirina Kurdistan û niştiman a di dilê hêzên pêşmerge de ji wan bistîne”.


Osman tekîd kir ku ewê tenê bi fermana serokê Herêma Kurdistanê hêzên pêşmerge bilivînin û ew piştgiriya tam didin siyaseta serokê Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top