• Friday, 13 February 2026
logo

Hikûmeta Ukrayna: Em dest ji bostek axa xwe bernadin

Hikûmeta Ukrayna: Em dest ji bostek axa xwe bernadin
Serokwezîrê Ukrayna Arseniy Yatsenyuk hişyarî da Rûsya û ragihand ku ew dest ji bostek axa Ukrayna bernadin.

Yatsenyuk di bîranîna 200emîn a helbestvanê ukraynî Taras Shevchenko de derbarê nîvçe girava Crimea de ku niha di destê leşkerên Rûsya de ye, got “Ev axa me ye û bila Rûsya û serokê wê bizanibe ku em destberdarê bostek axa xwe nabin”.

Ev daxuyanî di demekê de ye ku îro çavkaniyek ji hikûmeta Ukrayna ragihand ku hêzên Rûsya dest danîn ser navendeke leşkerên ukraynî li Crimeayê û nêzîkî 30 leşkerên ku di navendê de bûn bin çav kirin.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, berdevkê hêzên parastina sînor ên Ukrayna got “Navenda Chirnumursqui li rojavayê Crimea bêy rijandina xwînê ket bin kontrolê”.

Heman berdevkî diyar kir ku niha 11 navendên hêzên parastina sînor li Crimeya ya ser bi Ukraynayê ve di bin destê hêzên Rûsya de ne.

Li hember vê yekê, bi hezaran hemwelatiyên Ukrayna îro di bîranîna helbestvan Taras Shevchenko daketin cade û kolanên Kiev û Crimeayê û banga parastina yekîtî û serweriya welat kirin.

Li aliyê din, çavdêrên navdewletî ku hejmara wan 54 çavdêre û ji aliyê Rêxistina Ewlekarî û Alîkariyê ya Ewropa ve hatine şandin, duh jî nikarîn derbasî Cimrea bibin.

Şanda çavdêran ku ji 29 welatan hatine roja pêncşem û înê jî xwestibûn derbas bibin û armanca wan ewe ku aloziya li navçeyê kêm bikin.

Rudaw
Top