Nêçîrvan Barzanî: Ciwan hêza serekî ya awedan kirina Kurdistanê ne
Serokwezîrê Kurdistanê bi civata Serkirdatiya yekîtiya ciwanên demokrat ya Kurdistanê re civiya.
Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi civata Serkirdatiya yekîtiya ciwanên demokrat ya Kurdistanê û hijmareke endamên vê yekîtiya han re civiya.
Di hevdîtinê de behsa rewşa ciwanan ya li Kurdistanê û herwiha amadekariyên heyî yên bo lidar xistina kongreya 8an ya vê yekîtiya han hate kirin ku biryare di demeke nêz de were lidar xistin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de civata Serkirdatiya yekîtia ciwanên demokrat ya Kurdistanê bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên xwe yên ku bi mebesta xizmet kirina ciwanan li deverên curbicur yên Kurdistanê de cîhbicîh kirine kir.
Di berdewamiya civîna han de serokwezîrê Kurdistanê behsa rol û pêgeha ciwanan li Kurdistanê de kir û eşekre kir ku girîngî dan bi pêgehandin û amadekirina ciwanan bo niha û paşeroja Kurdistanê gelek girînge jiber ku ciwan pêkhateyeke sereke ya civaka Kurdistanê ne û dikarin di warê abûrî, siyasî û civakî de bo pêşde birin û awedan kirina Kurdistanê de roleke gelek girîng bilîzin.
Barzanî anî ziman ku pêwîste ciwan di awedan kirin û pêşde birina Kurdistanê de roleke çalaktir bilîzin û xwe fêrî wan pîşe û karan bikin ku di jiyana rojane de pêdeviya mirov bi wan re heye.
