• Friday, 13 February 2026
logo

Dizeyî bersiva Şehristanî da: Lihevkirin çênebûye

Dizeyî bersiva Şehristanî da: Lihevkirin çênebûye
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî tekez kir ku heta niha derbarê dosya petrolê de hikûmeta Kurdistanê ligel hikûmeta İraqê negehiştiye tu rêkeftinan û ew li benda bersiva Bexdayê ne.

Sefîn Dizeyî got: ‘’Tu rêkeftinek di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta İraqê de nehatiye kirin ku qaşo petrola Kurdistanê bi rêya Şirketa Niştimanî ya İraqê (SOMO) bo bazarên cîhanê bê şandin.’‘

Cîgirê Serokwezîrê İraqê bo Karûbarê Enerjiyê Husên Şehristanî doh ragehandibû ku wan ligel hihûmeta Herêma Kurdistanê lihev kiriye daku bi rêya Şirketa SOMO petrola Kurdistanê bo derve bê şandin.

Derbarê mijarê de Dizeyî wiha axifî: ‘’Berî sê hefteyan li Bexdayê civîneke me hebû, hinek pêşniyar hatin kirin, em ji wê demê ve li benda bersiva Bexdayê ne, daku bi awayekî nivîskî bersiva me bidin, lê belê heta niha Bexdayê bersiva hikûmeta Herêma Kurdistanê nedaye.’‘

Sefîn Dizeyî ew yek jî red kir ku hîç şandeke fermî ya hikûmeta Kurdistanê serdana Bexdayê kiribe û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Herwiha hîç civîneke fermî di navbera hikûmeta Kurdistanê û Wezareta Darayî de nehatiye kirin, tenê Bexdayê daxwaza hinek zanyariyan kiribû derbarê budceyê û kêmkirina wê de, me jî ew zanyarî bi rêya Rêkxerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê dane Wezareta Darayî ya İraqê.’‘

Basnews
Top