Şehristanî: Hewlêr û Bexdayê lihev kirin
Berî niha jî Şehristanî gotibû ku ligel Herêma Kurdistanê gehiştine rêkeftinê bo şandina petrola herêmê bi rêya Şirketa SOMO ya İraqê, lê belê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî red kiribû.
Şehristanî careke din derbarê mijarê de daxwiyanî da Sumeriye News û tekez kir ku ligel Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine û gehiştine rêkeftinê daku Herêma Kurdistanê bi rêya Şirketa Niştimanî ya Petrola İraqê (SOMO) petrolê bişîne bazarên cîhanê.
BasNewsê derbarê mijarê de çendîn car xwest xwe bighîne Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ka tiştekî wiha heye yan na lê belê nikarî xwe bigihêniyê.
Basnews
