Hikûmeta Kurdistanê 8ê adarê pîroz dike
Bi minasibeta 8ê adarê roja jinan a cîhanî, hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî jinên Kurdistanê û cîhanê kir:
- Bi minasibeta 8ê adarê roja jinan a cîhanî, civata wezîrên herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistanê dike û dupat dike ku, ew dê ji bona pêşxistina civakê û bidestanîna aştiya civakî û kêmkirina fişarên derunî û fîzîkî li ser jinan û pêkanîna aqarek xweş ji bo beşdarîkirina jinan di wezîfe û berpisiyraiyan de, bi hemû şiyanên xwe pirsa jinan û mafên wan û yeksaniyê biparêze.
Hikûmeta herêma Kurdistanê hemû aliyan dilrehet dike ku, hikûmeta dê li ser giringîdan bi pirsên jinan û karkirin ji bona misogerkirina tev mafên wan berdewam be.
Tevî pîrozbahiyan bo hemû jinên Kurdistanê, em destxweşiyê li hemû çalakvanên warê mafê jinan dikîn û em hêvîdar in ku, ev minasibete bibe westgehek bo pêşxistina civaka me, xwedûrxistin ji hemû awayên sitema civakî, baştirkirina rewşa jinan û piştgîrîkirina daxwaziyên wan.
Pîroz be 8ê adarê
