Malikî li Kerkûkê 6000 çekdarên Ereb û Turkmen dadimezrîne
Di vê derbarê de Serokê Encûmena Qezaya Hewîce Husên Salih Cibûrî agahî dan BasNewsê û got: ‘’Li ser daxwaza eşîretên Ereb, Nûrî Malikî biryar daye 1000 çekdarên Ereb (Endamên Sehwe) ji bo navçeyên erebnişîn dabimezrîne.’‘ Cibûrî da zanîn ku berê hikûmeta İraqê du mehan carekê meaş dida encûmenên Sehwe, lê niha her meh di dema xwe de meaşê wan dide.
Ji aliyê xwe ve Serokê Partiya Turkmen Elî li Kerkûkê Riyaz Sarikahya ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Nûrî Malikî biryar daye 5000 Turkmen wek hêzên ewlekariyê dabimezrîne, lê heta niha ew biryar ji Wezareta Navxwe negihiştiye me.’‘ Sarikahya diyar kir ku li hemû ew 5000 Turkmen tên damezrandin û pişka Kerkûkê 500 kes e.
basnews
