• Friday, 13 February 2026
logo

DAÎŞê di 6 mehan de 191 sivîl kuştine

DAÎŞê di 6 mehan de 191 sivîl kuştine
Rêxistina bi navê Tora Mafên Mirovan a Sûriyê aşkere kir ku di nava 6 mehan de 191 hemwelatiyên sivîl li Sûriyê ji aliyê grûpa Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ve hatin kuştin.

Rêxistinê raportek derbarê binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê belav kir û tê de got ku navên 191 sivîlan li cem wê hene ku di navbera hezîrana 2013an û çileya 2014an de li ser destê çekdarên DAÎŞê hatine kuştin.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku di nava sivîlên hatine kuştin de 21 zarok, 6 jin û 7 medyakar jî hene.

Li gor raporta ku wêne û vîdyo jî pê re hene, piştî destpêkirina şerê di navbera DÎAŞ û çend grûpên opozîsyona Sûriyê de, kuştina sivîlan ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve zêde bûye.

DAÎŞ ku grûpeke girêdayî rêxistina Qaîde ye, bajarê Reqayê û çend navçeyên li başûrê Hesekê û herwiha Idlib, Heleb, Hema û Dêrezorê di bin destê wê de ne û wîlayetê îslamî li wir ava kirine.

Opozîsyona Sûriyê dibêje ku DAÎŞ ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatiye çêkirin ji bo ku nav û dengiya şoreşa Sûriyê têk bibe.

Rudaw
Top