• Friday, 13 February 2026
logo

Bexda: Biryara Barzanî derbarê Helebce de yasayî ye

Bexda: Biryara Barzanî derbarê Helebce de yasayî ye
Wezareta karûbarên parêzgehan a Iraqê ragihand ku biryara serokê Herêma Kurdistanê ya derbarê destpêkirina gavên bi parêzgehkirina bajarê Helebce ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê de yasayî ye.


Wezîrê dewletê ji bo karûbarên parêzgehên Iraqê Torhan Muftî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryara serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê destpêkirina gavên bi parêzgehkirina Helebce de yasayî ye.


Muftî herwiha got “Lê bi parêzgehkirina Helebce bi yekcarî pêwîstiya wê bi pesendkirina projeyasaya bi parêzgehkirina Helebce li Parlamentoya Iraqê heye”.


Mufti diyar kir ku ev demeke Encûmena Wezîrên Iraqê projeyasaya bi parêzgehkirina Helebce pesend kiriye û ji parlamentoyê re şandiye, lê pirsgirêkên nav parlamentoyê li pêşiya pesendkirina wê projeyê bûne asteng.


Roja pêncşemê ya borî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nivîseke fermî de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li benda Bexdayê nemîne û gavên îdarî ji bo bi parêzgehkirina Helebce bavêje.

Rudaw
Top