• Friday, 13 February 2026
logo

Kurdên Xelxal nikarin bi Kurdî biaxifin

Kurdên Xelxal nikarin bi Kurdî biaxifin
Heta niha gelekî kêm behsa Kurdên Xelxal hatiye kirin. Kurdên Xelxal li barêzgeha Erdebîl û li nêzîkê deryaya Qezwîn, bi sedan kîlometre dûrî Kurdistanê dijîn. Parêzgeha Erdebîl jî yek ji girîngtitîn navçeya Tirknişîn a Îranê ye, lê bi sedan malbatên Kurd li wî bajarî dijîn.

Kurdên Xelxal zêdetir li bakurê Xelxal in û ji 16 gundan pêk tên. Zêdetir ser bi du eşîretên ‘Şetranlû’ û ‘Xaştanlû’ ne. Navendeke din a Kurdên Xelxal li başûrê wê qezayê ye û ji çend gundan pêk hatiye.

Koça Kurdên Şikak ji sînorê navbera Îran û împeratoriya Osmanî, di serdema desthilatdariya Şah Ebasê Sefewî de dest pê kiriye. Şah Ebas nêzîka 50 hezar malbatên Kurmanc û Şikak ên Mehabad û Urmiyê bo deşta Weramîn a tenişt Tehranê veguhestine.

Şah Ebas li ser koçberkirina Kurdan berdewam dibe û Kurdên ku bo Weramîn hatine koçberkirin bi mebesta rûbirûbûna ligeş êrîşa ‘Ozbekan’ (li sînorê rojhilat û bakurê wê serdama Îranê) bo Xorasan tên veguhestin.

Proseya veguhestina Kurdan ji aliyê hikûmetên desthilatdar ve berdewam dibe û di serdema Nadir Şahê Evşar de prose bileztir dibe û di 6 salan de 50-60 hezar malbatên Kurd, 13 hezar malbatên hoza koçerî ‘Heft Leng’ (Lorên Bextiyarî) û 6 hezar malbatên eşîreta Gurcî bo Xorasan tên veguhestin.

Di vê koçberkirina bikom û berfireh a Kurdan de bo Xorasan, çend hozên naskirî yên Kurdan bo Gêlan û Mazenderan ên li bakurê Îranê hatine veguhestin, piştre heft hozên Kurd ji Xorasan bo bakurê Îranê tên şandin, ku niha beşek ji wan li parêzgeha Erdebîl û navçeya Xelxal dijîn.

Kurdên Xelxal ji heft hozên Şatranlû, Xaştanlû, Klûkişanlû, Huyranlû, Mûntanlû, Nesranlû û Daykanlû pêk hatine. Ew malbat destpêkê li navçeyeke tenişt bajarê Gîw bicîh dibin. Dr. Henry Field (Nivîskarê Kitêba Civaknasî ya Îranê) derbarê Kurdên ku li wê navçeyê bicîh bûne wiha nivîsiye: ‘’Kurdan sînorên xwe bezandibe û li çar cihên navçeya Xelxal li bakurê (Qizil Uzen) bicîh bûne.’‘

Lêkolerê Fransî Marshall Bazaine di kitêba kulturî û cagrafyayî ya Îranhe de wiha dibêje: ‘’Zimanê Kurdî li navçeya Axçe Qişlaq, Wasfircan û Îqabaş tê bikaranîn û gundên Binyadabad, Gezur, Leng Deşt, Eblî, Zawçe Kurd, Elnekeş, Îlwaniq, Wanawîz ên li bakurê Xelxal beşek in ji navçeyên Kurdnişîn.

Di 300 salên borî de plana guhertina ol û regez li ser wan Kurdan berdewam e û kesekî wek ‘Ecem Axa’ piraniya wan Kurdan neçar kir dest ji ola xwe berdin û niha tenê du gundên Kurdnişîn Caferawa û Sechurd ên başaûrê Xelxal Sune mezheb in, û yên din bûne Şîe, zimanê wan jî ku Kurdî û zaravayê Kurmancî bû, niha di metirsiyê de.

Kurdên Xelxal ji ber jiyana li yek ji navendên girîng a ziman û kultura Tirkî li Îranê, neçar bûn fêrî Tirkî bibin û tenê pîre mêr û pîrejinên wan gundan bi Kurmancî diaxifin û nifşê nû dest ji zimanê xwe yê dayîkê berdaye.

Basnews
Top