Bulent Arinç: Tirkiyê di qada navneteweyî de hetikî
Hikûmeta Tirkiyê ji bo ku rê li pêşiya belavkirina qeydên deng di internetê de bigire paketeke yasayan derxist û li gor van yasayan her kesê ku binêre hinek kes taybetmendî û nehêniyên wî bin pê dike dikare li Saziya Gihandinê gilî bike û di nava 4 saetan de ew malper û rûpela ineternetê bê girtin û rêveber û berbirsiyarê belavkirina wê qeyda deng yan jî vîdyoyê bên darizandin.
Erdogan di hevdîtineke televîzyonê de derbarê belavkirina van qeydên deng ên wî û endamên hikûmetê de ragihand ku li dewsa ku her roj hişyarî bide Saziya Gihandinê li Tirkiyê ku wan qeydên deng sansor bikin û bigrin, eger bê xwestin ewê Facebook û You Tube bigrin.
Rêveberên You Tube diyar kirin ku di nava heftiyekê de zêdetirî hezar gilî hatiye ku qeydên deng û vîdyoyên girêdayî hikûmetê rakin, lê ew heta ku biryara dadgehê nebe nikarin ti qeyd û perçeyên vîdyoyê rakin.
Berdevka wezareta derve ya Amerîka Jehn Psaki ragihand ku gotinên serokwezîrê Tirkiyê Erdogan derbarê girtina Facebook û You Tube de ew xiistine nav gumanan û got ku baweriya wan ji hikûmeta Tirkiyê ewe ku li dewsa girtina torên civakî, hîn bêhtir serbixwebûn û azadiya ragihandinê berferehtir bikin û pêwîste hîn zêdetir rêzê ji wan mafan re bê girtin.
Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul jî dema bersiv da pirsên çapemeniyê de got “Girtina Facebook û You Tube tiştekî qet nabe û ne mumkîne, lê hikûmet eger dibîne ku mafê taybetmendî û nehêniya mirovan tê binpêkirin, dikare di rêya hin qanûnan re mafê nehêniya mirovan biparêze”.
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç jî derbarê qeydên deng ku li ineternetê tên belavkirin de got “Bi rastî tiştekî pir balkêşe ku li Tirkiyê bi sed hezaran kes tên guhdarkirin û qeydên dengên wan li ineternetê tên belavkirin, êdî Tirkiyê di qada navneteweyî de hetikî, pêwîste êdî rê li pêşiya van zêdegaviyan bê girtin û qanûnên vê tevger bike derbikevin”.
Rudaw
