Roja rizgar kirina Silimanî hate bîranîn
Weke tê zanîn beriya 23 salan di meha Adarê de gelê Kurd li dijî rejîma dagîrker ya Besê dest bi raperîneke mezin kir.
Raperîn li bajarê Raniye û devera Pişderê de destpê kir û li seraserê Kurdistanê de belav bû, Kurdistanî jî her roj bajar û bajarokên curbicur yên Kurdistanê ji destê rejîma dagîrker ya Besê rezgar kirin.
Di duyemîn roja raperînê de bajarê Silimanî ji aliyê Şîniyên bajar û pêşmergeyan ve hate rizgarkirin.
