Li Îraqê herî kêm 97 kes bûne qurbanî
Di encama çend teqînan li Îraqê de herî kêm 97 kes bûne qurbanî.
Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên Îraqê ragehandin ku di encama çendîn teqînan li deverên curbicur yên Îraqê de 26 kes hatine kuştin û 71 kesên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve çavkaniyên tendirostî eşkere kirin ku jiber xedar bûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn hijmara kuştiyan hîn zêdetir bibe.
