• Friday, 13 February 2026
logo

Li Nisêbînê jin ber bi sînor ve meşiyan

Li Nisêbînê jin ber bi sînor ve meşiyan
Li bajarê Nisêbînê jin bi heljkefta 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan ber bi sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê meşiyan.


Bi druşma “Bi Jina Azad ber bi Neteweya Demokratîk ve” duh piştî nîvro hejmarek jinên Kurd li ber navenda çandê ya Mitannî kom bûn û ber bi sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê meşiyan.


Tevî ku polîsan astengî li ber wan derxistin û di destpêkê nehêştin biçine ser sînor, lê piştî çalakiyeke dirêj, polîsan rê li ber jinan vekir û jin heta sînor meşiyan.


Jinên ku di navde şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan, namzetên hevşaredariya Nisêbînê ya BDPê Sara Kaya û rêveberên BDPê jî hebûn, pankartên “Emê dîwar û sînoran hilweşînin”, “Sînor penaberiyê çêdike” û çend druşmên bilind kirin.


Li gor nûçeya DÎHAyê, jinan piştî çalakiya xwe bi ser xistin û roja jinê pîroz kirin dawî li çalakiyê anîn.

Rudaw
Top