• Friday, 13 February 2026
logo

YE: Malikî proseya siyasî ji nav bir

YE: Malikî proseya siyasî ji nav bir
Yekîtiya Ewropa (YE) ragihand ku serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî derbeyek li Parlamentoya Iraqê xist û proseya siyasî li wî welatî ji nav bir.

Yekîtiya Ewropa duh got ku ligel nêzîkbûna dema roja hilbijartinan li Iraqê di 30ê nîsanê bê de, Malikî “gaveke nû ber bi dîktatoriyetê ve avêt” piştî ku di gotara xwe ya heftane de bi aşkere gotiye dema yasayî ya parlamentoyê bi dawî hat.

Malikî di gotara xwe ua vê heftiyê de got “Me di Encûmena Wezîran de biryar da budceyê xerc bikin û em li benda parlamentoyê nasekinin”.

Endamê Parlamentoya Ewropa û serokê şanda têkiliyên wê ligel Iraqê Strauss Stevenson di daxuyaniyekê de ragihand “Malikî wek her sîtemkarekî din xwe wek pîvera yasayê dide naskirin û dijberên xwe bi binpêkirina yasayê tometbar dike”.

Stevenson ew helwesta Malikî li dijî parlamentoyê û proseya siyasî da zanîn û got “Malikî bi vê gava xwe tiştê me berê digot piştrast kir ku pirsgirêka sereke li Iraqê Malikî û siyaseta wî ya tekane di desthilatê de û sîtemkariya wî ye”.

Stevenson herwiha hişyarî da û got “Malikî bi karên xwe û bi piştgiriya rejîma Îranê, Iraq ber bi şerê navxweyî ve dibe û em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û Amerîka dikin ku tedbîrên bilez derbarê vê yekê de bigirin û hemû alîkariyên leşkerî yên ji Malikî û hikûmeta wî re diçin rawestînin”.

Stevenson diyar kir ku “ew çek bi tenê ji bo kuştina gelê Iraqê û bihêzkirina rejîma Îran li naçveyê û gurkirina şerê tayifî li Rojhilata Navîn tên bikaranîn”.

Rudaw
Top