• Friday, 13 February 2026
logo

Obama çareseriyeke siyasî li Ukraynayê pêşnyar dike

Obama çareseriyeke siyasî li Ukraynayê pêşnyar dike
Krîza derbarê Ukrayna de ya navbera welatên Rojava û Rûsya berdewam e û Amerîka çareseriyeke siyasî ji Rûsya pêşnyar dike. Di heman demê de welatên Rojava çend berpirsên rûsî û ukraynî ceza kirin.

Li gor daxuyaniya Koşka Spî ya Amerîka, duh serokê Amerîka Barack Obama nêzîkî saetekê bi telefonê ligel serokê Rûsya Vladimir Putin derbarê krîza Ukrayna de axifî û çareseriyeke siyasî jê re pêşnyar kir.

Çareseriya ku Obama pêşnyar kiriye van xalan li xwe digire: Rûsya hêzên xwe vegerîne navendên wan li Crimeayê, rê bide çavdêrên navdewletî mafên xelkê bi eslê rûsî ne gerentî bike û herwiha diyaloga raseta ligel berpirsên Ukrayna qebûl bike.

Obama di peywendiya telefonê de ku ya duyem e di nava 6 rojan de, ji Putin re tekîd kir ku “êrîşa Rûsya li Ukrayna li dijî serweriya Ukrayna û selametiya axa wê ye”.

Amerîka berpirsên Rûysa ceza dike

Berî wê peywendiyê jî, Obama û rayedarên Ewropayê cezakirina çend berpirsên Rûsya ragihandin, wek helwdanekê ji bo zêdekirina guvaşên li ser Moskoyê.

Koşka Spî derbarê vê yekê de got ku Amerîka wê vîzeyê nede çend berpirsên Rûsya yên ku gefê li serweriya Ukrayna dikin. Lê belê agahiyên zêdetir derbarê hejmar û nasnameya wan berpirsan de aşkere nekirin.

Ewropa jî cezayên xwe ferz kirin

Herwiha rayedarên Ewropayê jî piştî civîna Yekîtiya Ewropa duh li Brokselê, danûstandinên bi Rûsya re derbarê vîzeyê de rawesatandin û gefa ferzkirina cezayên zêdetir li ser Moskoyê xwarin eger hat û rewşa xirab a Ukrayna berdewam bibe.

Yekîtiya Ewropa diyar kir ku ewê cezayên xwe li ser 3 qonaxan ferz bike ji bo ku Rûsya naçar bimîne derbarê krîza Ukrayna de diyalogê bike.

Amerîka tevgera asmanî li Belticê zêde dike

Li aliyê din wezareta derve ya Amerîka ragihand ku 6 balafirên F15 ên amerîkî gihiştine Lithuania bi armanca bihêzkirina bergiriya asmanî li welatên Belticê.

Ev liv û tevger di demekê de ne ku ji dema Viktor Yanukovich ê alîgirê Rûsya di 22yê sibatê de ji serokatiya Ukrayna hat dûrxistin, heta niha hêzên alîgirên Rûsya li komara Crimea kontrol dikin.

Rudaw
Top