Li gundê Roboskiyê teqînek çêbû: Leşkerekî tirk hat kuştin
Li gorî medyaya Tirkiyê, şeva borî li nêzîkî gundê Roboskiyê û li ser sînorê navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê, mînek di nav komek serbazên artêşa Tirkiyê de ku geşta ewlehiyê dikirin, teqiya.
Di bûyerê de serbazek hat kuştin lê medyaya Tirkiyê behsa birîndaran nekirin, ji ber ku li gorî agahiyên ku gundiyên wê deverê didin, di bûyerê de gellel serbaz jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên gundiyan, dema wan dixwestin derbasî Başûr bibin rastî astengiya leşkerên tirk hatine lê wan ji leşkeran re gotine, jibilî vê yekê ti çareya wan nîne û ew neçar in bo debara xwe vî karî bikin.
Gundiyan da zanîn, demek kurt piştî vê diyalogê teqînek mezin li nav leşkeran de çêbû û di encamê de herî kêm yek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Rudaw
