• Friday, 13 February 2026
logo

Li gundê Roboskiyê teqînek çêbû: Leşkerekî tirk hat kuştin

Li gundê Roboskiyê teqînek çêbû: Leşkerekî tirk hat kuştin
Li ser sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê û li nêzîkî gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê, di encana teqînekê de serbazekî artêşa Tirkiyê hat kuştin. Gundiyên wê deverê jî dibêjin, di bûyerê de gellek serbazî jî birîndar bûne.

Li gorî medyaya Tirkiyê, şeva borî li nêzîkî gundê Roboskiyê û li ser sînorê navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê, mînek di nav komek serbazên artêşa Tirkiyê de ku geşta ewlehiyê dikirin, teqiya.

Di bûyerê de serbazek hat kuştin lê medyaya Tirkiyê behsa birîndaran nekirin, ji ber ku li gorî agahiyên ku gundiyên wê deverê didin, di bûyerê de gellel serbaz jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên gundiyan, dema wan dixwestin derbasî Başûr bibin rastî astengiya leşkerên tirk hatine lê wan ji leşkeran re gotine, jibilî vê yekê ti çareya wan nîne û ew neçar in bo debara xwe vî karî bikin.

Gundiyan da zanîn, demek kurt piştî vê diyalogê teqînek mezin li nav leşkeran de çêbû û di encamê de herî kêm yek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Rudaw
Top