• Friday, 13 February 2026
logo

’Çalakiyên Cemaetê yên li Kurdistanê di jêr kontrolê de ne’

’Çalakiyên Cemaetê yên li Kurdistanê di jêr kontrolê de ne’
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragehand ku çalakiyên Cemaeta Fethullah Gulen ên li Kurdistanê di jêr kontrolê de ne. Dizeyî, derbarê wan îdîayên hinek rojnameyên Tirkiyê ku Kurdistan ji Kerkûkê tê guhdarî kirin, ji Ajansa Cihan re axifî û ew nûçe û îdîa derew derxistin.

Dizeyî da zanîn ku wek tê îdîakirin tu îstasyonên guhdarîkirinê li herêma wan nînin û wiha axifî: ‘’Ew nûçeyên han nerast in û li Kurdistanê kesî guhdariya me nekiriye.’‘ Sefîn Dizeyî ragehand ku dibistanên ser bi Saziya Perwerdê ya Fezalar ên li Hewlêr, Silêmaniyê û Hewlêrê di jêr kontrola hikûmeta Kurdistanê de ne û derbarê wan îdîayên qaşo îstasyonên guhdarkirinê li Kerkûkê hene, Dizeyî got: ’‘Heta niha tiştekî wiha me nebihîstiye.’‘

Hefteya borî rojnameya Yeni Şafak ku nêzîkê hikûmeta AKP’ê ye, di raportekê de îdîa kiribû ku Cemaeta Gulen li Kerkûkê îstasyona guhdarîkirinê daniye û ji wê derê guhdariya Kurdistanê dike.

Basnews
Top