Bi amade bûna Serok Barzanî termên Şehîdên enfalê hatin veşartin
Li Barzanê bi amade bûna Serokê Kurdistanê termên Şehîdên enfal kirî hatin veşartin.
Îro li goristana Şehîdên enfalê ya li Barzanê termên 93 Şehîdên enfal kirî bi amadebûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, kesûkarên Şehîdan û hijmareke ji Rayedarên navxweyî û nunerên welatiyên biyanî yên li Kurdistanê de hatin veşartin.
Termên wan Şehîdan îro danê Sibê ji bajarê Semawe hatin weguhastin û li Balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê de ji aliyê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ve hatibûn pêşwazîkirin.
