• Friday, 13 February 2026
logo

Li Hewlêrê grûbeke ser bi DAÎŞ’ê hat girtin

Li Hewlêrê grûbeke ser bi DAÎŞ’ê hat girtin
Çend kesên ser bi Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê li bajarê Hewlêrê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin girtin. Hat ragehandin ku wan kesan dixwest xwe li çend cihên bajêr biteqînin.

Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re got: ‘’Grûbeke çend kesî ser bi DAÎŞ’ê li Hewlêrê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine girtin, ew kes ji bajarê Kerkûkê hatibûn û dixwestin xwe li çend cihên Hewlêrê biteqînin.’‘

Heman çavkaniyê da zanîn ku hemû tevgera wê grûbê hatiye kontrolkirin û hemû jî hatine girtin. Li gor agahiyên BasNewsê, di demeke nêzîk de Asayîşa Giştî ya Hewlêrê çawahiya girtina wan kesên ser bi DAÎŞ’ê ji raya giştî re eşkere dike.

Basnews
Top