• Friday, 13 February 2026
logo

Malikî biryara xerckirina mûçeya fermanberên da

Malikî biryara xerckirina mûçeya fermanberên da
Parlamenterê Hevbendiya Dewleta Yasa Ebdilselam Malikî ragihand ku serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî biryar da mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê bê xerckirin.


Ebdilselam Malikî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Malikî biryar da mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê bê şandin û êdî mûçeya wan fermanberan nayê qutkirin”.


Li hember vê yekê nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Biryara şandina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê tenê ji bo meha sibatê ye ne ji bo mehên din e”.


Ev du mehin hikûmeta Iraqê mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê di dema xwe de naşîne û berî niha gef xwaribû ku ew mûçeya meha sibatê ya fermanberên Herêma Kurdistanê naşîne.

Rudaw
Top