Malikî biryara xerckirina mûçeya fermanberên da
Ebdilselam Malikî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Malikî biryar da mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê bê şandin û êdî mûçeya wan fermanberan nayê qutkirin”.
Li hember vê yekê nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Biryara şandina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê tenê ji bo meha sibatê ye ne ji bo mehên din e”.
Ev du mehin hikûmeta Iraqê mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê di dema xwe de naşîne û berî niha gef xwaribû ku ew mûçeya meha sibatê ya fermanberên Herêma Kurdistanê naşîne.
Rudaw
