• Friday, 13 February 2026
logo

Jinên Iraqê li dijî yasaya Caferî ne

Jinên Iraqê li dijî yasaya Caferî ne
Bi helkefta roja jinê ya cîhanê, jinên Iraqê kampanyayek ragehandin wek nerazîbûnekê li ser yasaya kesayetî ya Ceaferî, ji ber ku gelek mafên jinê di wê yasayê de hatine binpêkirin, di bin siya hevjîniyê de.

Komeleya Jinên Iraqê, dilgiraniya xwe li himber wê yasayê anîn ziman, ku bi navê Yasaya Caferî tê nskirin, û ji bo warên kesî hatiye amadekirin. Komeleyê ragehand ku ev yasa jinên bêpar dike ji mafên wê di hevjîniyê de, ji hev cudabûn û azadiya kesî û gelek mafên din.

Herwiha Komeleya Jinên Iraqê diyar kir ku ev yasa tenê ji bo têrkirina xwestekên mêran hatiye amadekirin û gotin: “Evna biçûkkirina rola jinê ye di civakê de. Loma emê hemû hewlên xwe bixin tevgerê ji bo sernekeftina vê proje-yasayê bi aliykariya parlamenterên jin di Parlamentoya Iraqê de.’‘

Komeleya Jinên Iraqê tekez kirin ku ew yasa jinê dike zîndewereke bê maf û bê rûmet, di demekê de ku Iraqê jî peymanameya SIDAW, a ku bergiriyê li mafê jinê dike û li dijî şîdeta di nav malbatê de ye, îmze kiriye.

Basnews
Top