Deriyê sînorî yê navbera Kobanî û Tirkiyê hat vekirin
Vekirina vî deriyê sînorî sînordar bû wate tenê ji bo vegera wan hemwelatiyên Rojava û Sûriyê ye yên ku niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dimînin.
Herwiha dê kesên nexweş jî, yên rewşa wan metirsîdar, karibin di rêya vî derî re derbasî Tirkiyê bibin ji bo wergirtina derman û çareseriyê.
Di roja yekê de ji vekirina vî deriyê sînorî, nêzîkî 360 welatî ji aliyê Tirkiyê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, tê re ji welatê Tirkiyê vegeriyan herêma Kobanî.
Herwiha di dema vegera wan hemwelatiyan de, ne ji aliyê Tirkiyê ve û ne jî ji aliyê rêvebera deriyî sînorî ji aliyê Kobanî ve, ti pere ji hemwelatiyan nehat standin.
Rudaw
